28

hemdemya zînê digel ẍeman bi sebebê nifaq û na’’itimadya hemdeman
Li pirtûka:
Mem û Zîn
Berhema:
Eḧmedî Xanî (1650-1707)
 1 Xulek  797 Dîtin
kay hemnefesê di bê newayan
feryadresê di puř cefayan
hemderdê di derdemendan
hemperde’ê sirrê mustemendan
hemrazê dilê di dil birînan
hemxiwaye’ê xatra ḧezînan
hemkase’ê xwanê bê te’aman
hem meşrebê raḧê telx kaman
’aşiq bi we waslê cemaln
salk bi we na’lê celaln
wêrane’ê dil we maye xalî
qet ẍeyrî we kes nehin ḧewalî
çawa dikirin ji bo xwe me’mûr
mutleq ji we řa me daye destûr
dewlet bi weye di darê dunya
rif’et ji we řa serayê ’uqba
ẍem lew me divên ku ba wefane
nabên eve teḧlî û cefane
řoja řeşyane yarê canî
yarê xweşyane şadmanî
kewnîn çi ’acil û çi acil
ẍemxiwarî nebit kû tête ḧasil?
ḧasil bi we xweş dibit li min dil
bê genc ẍeman ji dil çi ḧasil
geh gahê dikir sitî muxateb
ev řengehe ew melek mu’ateb