řojê we řizok çûm bo kerkûk şar

mangî temmûzî sałî 1962şa’îr eçê bo kerkûk le şemendeferda çawî be şoxêkî cwan ekewê û em parçe şî’rey be serda heł eda.
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 3 Xulek  438 Dîtin
řojê we řizok çûm bo kerkûk şar
tûşim bû we tûş şoxê şedelar
nazar û nask, şîrîn dulberê
bała wek şemał, şimşał kemerê
pelke kemendî gořgîrî baram
ebro wek keman serengêzî şam
egrîce û peřçem le çîn çînî xaw
le ser tuyê zułfî eřja tikey aw
awêney cemîn cam cem asa
le pirşe û wirşey eçûyt we tasa
mewce û awrengî lê eda dem dem
her wek tîşkî xor bida le naw çem
perçem ser awêz dewrî cemîn bû
bo û perey gułbaẍ gonay perjîn bû
birjangî her wek sînanî xwênřêj
ay bo dił pêkan sya tîrî têj
dîde wek dîdey ahûy xetayî
řeş û piř wirşe û nazk nîgayî
herçen we ’îşwe řûy ekirde lat
etut hesêrey řoj ewa hełhat
pirşî lê eda wirşe û tirîskey
cergî esûtan girpe û bizîskey
lûtî kişyaw û we wêney qełem
buwe dîdewan ẍunçey lêw û dem
ser řûmet nask peřey gułebax
boy ’etrî xawî eyda le demax
xet xet sûrayî kułmî nîwe’ał
řijyawe we ser lařûy zerd û kał
sed swêndit exward sêwî řêjawNava taybete
şefeq we pirxey «sîweyl» řijyawe
cûtey lêw wêney ẍunçey tazeguł
demî daweto seḧer le ser çił
mawî xał we řûy çene û lêwî ał
her wek bařekew xoy řeş bê we ḧał
lêw û çene û dem nexşîn we xało
etut kewbare wa be ser yało
saqî gerdenî we wêney bilûr
awringî eda her wek qubbey nûr
ya wekû şûşey teřî piř le aw
dabnirêt le ber tirîskey hetaw
le ser safayîy řûy saqî gerden
taze xałêkî kutabû bo pen
mil sipî û nask her wek twêy awu
be fêł ew xałe le sîney kutawu
eyzanî xałî berbînî awî
famdar û dana ebin şeydayî
duwem awêzan we berokewe
wek dû lîmoy kał be ser kotewe
xałî şîn webeyn dû memanewe
wek hesêrey řoj we beyanewe
sing û berokî wek koy peřey kuł
xaw û guław bû nask û nerim û şil
dûkêş sewz û sûr wa we seryewe
wek neqşî gułbaẍ we awênewe
baweş ney egirt sîne û naw şanî
ya cûtey simit û koł û gořanî
bo şerim carşêwî řeşî we sero
her wek hewrî řeş we ser řûy xoro
řûy ekewte der le toy ’ebada
wek xor le mabeyn hewrî syada
car car eyřiwanî dem we nîw xeno
etut kenêke wa we derbeno
ke xoy ba eda we şane û şana
mer şîrîn wa wêt le taq û sana
dîwaney kirdim ’ewdał û lêwe
weşêtî řûm kird wew kej û kêwe
mîneNasnava edebî bew kesey daraye û dawer
le bîrim naçê ta řojî meḧşer