be sirwey bay nesîm pişkawe guł em berbeyanane

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  530 Dîtin
be sirwey bay nesîm pişkawe guł em berbeyanane
we ya ahî mine dawye le sefḧey kułmî canane
biłên pêm sunbulî şêwawî ’ember bêzî gułzare
we ya egrîceyî yare weha muşkîn û pexşane
ẍezałî weḧşî řem kirdey řewêłey deştî tatare
we ya xud dulberî gerden bilûrî dîde fettane
be serwî gułşenim zanî ewen şîrîn û nask bû
ke çî balayî ełêy tûbayî řîzwane
ḧeqe mang nazî nazdarim bikêşê ew be gyan û dił
ke ew gahê hîlale gah gahê bedrî tabane
feqet ew şoxe ebroy wek hîlalî yekşewe waye
be řuxsar bê xisûf yaran be da’îm bedrî tabane
gelawêj ḧeqyetî xoy gum bika hawîn heta payîz
le şermî çawî nazare ezanê şew le serbane
le daxa yexe da’edřê ełên wa ẍunçe pişkawe
meger nazanî dił ewgarî le’lî lêwî canane
le îmay çawî mexmûrî nîgar boy ḧel ebî mîneNasnava edebî
řimûzî sen’etî telsiz ewî wa ehlî ’îrfane