dił wekû qumrî le ḧesret serwekey bałatewe

pênc xiştekî leser şî’rêkî narî
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 3 Xulek  583 Dîtin
dił wekû qumrî le ḧesret serwekey bałatewe
wêł û sergerdane dilber xwênî dił exwatewe
tu xwa bêje be çawit zû le gyanî katewe
muddetêke min giriftarim be dem sewdatewe
bûm be dawî çînî zułf û perçemî tatatewe
çawekem oxey necatim bû le quřpêwanî kot
agirî berdaye ’umirim ẍemzeyî dîde û birot
seyrîke baẍî nîşat û mezre’ey şadîme sût
ger depirsî ḧałî perwaney diłim dûr bê le řût
wa le sozşidaye le sayey şewçiray gonatewe
ey nîgarî guł beden ey şox û şengî dîdebaz
le’be tenzî xoş xeram ey mehweşî şe’bedebaz
řoḧekem to bî û xwa lem nuqte megre î’tîzaz
mêşî xałit nafřê bes baweşênî ke be naz
çunke pabende be şehdî řûmetî zêbatewe
’aşiqî řûy toye boye sîneyî daẍane guł
’etrî ziłfî toye bonî mêxek û muşk û simił
qîblekem swên bê be sefḧey kułim û xałî dewrî mil
men’î qullabî mujet nakem le řakêşanî dił
çun esîrî zułfî xawî xoyetî eybatewe
hate der nwandî be naz û ’işwe şoxî çawmesê
řû wekû xurşîd û bała newnemamî newresê
yek be yek yaran eyanut em kelame gişt kesê
şîn û waweylaye asarî qyamet heł esê
guł beden emřo ke řoyîwe eger lakatewe
dulbera dwênê be naz hełsay le banî cêgeket
firsetim zanî be qurban bêm û bigirim řêgeket
mademê bo min nebû bîkem tewafî cêgeket
wa serim dana be řesmî berdebazî řêgeket
mełhemî derdî serî min wa be gerdî patewe
ey şehî mułkî melaḧet tacdarî xêłî ḧûr
wey xedengî ẍemzeket tîrî desî baramî gûr
řêm bide to bî û xwa ’erzim heye bême ḧuzûr
şahî çawit mułkî sebir û taqetî birdim be zor
mesḧefî řûy to be gijya çê eger nemdatewe
wa be berdî dûryeket min şûşeyî sebirim şika
wek fware çawekem xwênaw le çawim ser eka
seyrîke nûrî bînayîm wa le dûrî to tika
leb şeker fermû be zułfî baweşênî lê eka
mêşî řoḧim ger binîşêto be qendî catewe
pêkya cergim be nûkî tîrî çawe kałeket
lêwew û ’ewdałî kirdim nawqede şimşałeket
her wekû mîneNasnava edebî dełêm qurban le dewrî małeket
xettî dersî ’eşqî «narî»t wek řuqûmî xałeket
wa be lewḧî gerdinî bêgerdî wek mînatewe