eman sûtam ewa mirdim le lam jehrawe em jîne

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  334 Dîtin
eman sûtam ewa mirdim le lam jehrawe em jîne
xwaya ya necatim de we ya xud mergî min bîne
emêste wam le ḧałêka nebê kafir be eḧwałim
fireng îslam eka yaran kizey em cerge arîne
demêke dête gwêm ey dił dengî giryanî meḧzûnit
deba bibřêtewe mirdim bese kota ke em jîne
řefîq gwê bigre lêm tozê ewa mirdim
eger řêt kewte lay yarim biłê ew şoxe bê dîne
be êşî wesłî dîdarî ewa řoyîm û min nemdî
muḧeqeqme le qebrîşa zûbanim wîrdî nałîne
eger řeḧmî le diłdaye kemê îmanî la mawe
ebê teşrîfî xoy bênê le ser ew qebre xwênîne
umêdim waye eḧya bûm bira gyan min le xoşyana
be bê şik wek demî ’îsaye lam em lutfe şîrîne
feqet eḧya eger hatu witî nardûme ser qebrî
biłê we’dî min û ew lay xway xitim alinbîyne
eme me’lûme min kuşte û şehîdî ew keman ebrom
gewahim ḧazir û mewcûd le berma kifnî řengîne
be wełłahî ebê yexxey le dîwanî xwa bigirim
wekû mîneNasnava edebî biłêm řebbî ḧeqqî mezłûmîm bistêne