le řêguzarê

leser řêbazî ḧeme aẍay derbendifeqere
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  523 Dîtin
le řêguzarê ...
emřo dîm we çem le řê guzarê
şoxî dîdemest terłan tewarê
ahûy xuten řeng dîde xumarê
tûba bałayê hey’et ře’nayê
tawus şêwayê sewłet zêbayê
wek ceyranî mes sił kirde le sa
xeraman řeftar hem perî şêwa
egrîcey perçem we wêney nesrîn
cemîn direxşan we necmî perwîn
her wekû hîlal ebro xemîde
dêjî we pergar manî keşîde
dîdemes daym bê mey piřxumar
sya wek dîdey ceyranî tatar
wek subḧî sadiq le tarîkî şew
řûy şu’ley eda le toy zułfî ew
dû lêw şîrîntir le şîrîn şeker
sed qat le şîrîn em zor dulberter
mîneNasnava edebî bew perçem piř le pêç û çîn
bêje xeraman şazadekey çîn