wa behare dulbera qumrî be serwê şad ebê

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  371 Dîtin
wa behare dulbera qumrî be serwê şad ebê
hem le êşî derdî dûrî bulbulîş azad ebê
germî bazarî řûyî goł wa xerîke bête coş
egrîcey sunbul le gułşen subḧedem tata ebê
wa keway sewzî leber kird serwî cobarî le baẍ
guł benewşe bonî ’etrî bo gułan îfşa ebê
şest peřîş lay dawa emřo wa le řûy perdey ḧeya
lale û xałî kutawe řeẍbetî efza ebê
wextî ’îşwe û wesłe gyane êşî dûrît la eçê
zamî cergî ’aşiqan sařêj û bê mawa ebê
ew behare emřo gułşen zor sefagahî xoşe
fermû emřo ba biçîn sed dił diłî şeyda ebê
’aşiqî serum ’ezîzim ma’îlî řengî gułim
besteyî tay sunbulim řoḧim çi wext eḧya ebê
dił figar û sînezar û dił be xwênim da’îma
her wekû bulbul ełêm sakey giryê dił řa ebê
ẍemzeyî dîdet nîgara wa diłî kirdim be xwên
’îşwe û ẍemzey fetanit arî lê peyda ebê
pêm ełên mîneNasnava edebî nesîḧet bigre gwê, bo bûy be şêt
lew demey lomem eken min şîwenim berpa ebê