şoxê ce ezeł wêş selar nebo

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  301 Dîtin
şoxê ce ezeł wêş selar nebo
bê surme bê mey çem xumar nebo
nazarî kîşwer şedelar nebo
we wêney tawus ne gułzar nebo
ahûy xuten řeng coybar nebo
qamet çûn serwî coybar nebo
ser delîley gel ẍezałan nebo
nazarî ser xêł newhałan nebo
řûmet çun peřey gułałan nebo
ser polî gerden piř xałan nebo
çun banûy ermen wêş dulber nebo
şazadey bê ’eyb lêw şeker nebo
cemîn camî cem bê keder nebo
gerden bilûrî celader nebo
memanş lêmwî taze řes nebo
şoxê bo waçan wêneş kes nebo
şerit bo ey diłme qet şeydaş nebo
dêwaney ’ewdał bê perwaş nebo
gîrodey tořdaw syataş nebo
we wêney mîneNasnava edebî mubtelaş nebo