îqbałim cahim gewrem salarim

bo kerîm beg (bawkî)
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  289 Dîtin
îqbałim, cahim, gewrem, salarim
bînayî dîde û sûrîy řoxsarim
le paş daxwazî dewam û cahit
tikay ser berzî û berzîy penahit
hîwam hes le lay dadarî dawer
be tendirustî sergewrey kîşwer
be xoşî dił û be zewq û şadî
be keyf û fereḧ, dił be azadî
bidat dewamit ta mang û xor bê
cêt textî şahî û ser be efser bê
êmeyş le şu’ley necim îqbałit
be xoşî û eday emřo amalit
murad ḧasił û xoş bext û şad bîn
bê perwa û bê xof ḧuřiř û azad bîn