bi narê furqetê suhtim

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 5 Xulek  2792 Dîtin
bi narê furqetê suhtim ji ferqê ser ḧeta pêda
xedenga ẍefletê nuhtim ji berqa lam’a têda
xedenga furqetê re’de dilê ew ẍefletê lê dit
dibêjim: wer cebel bit ew bikerbit wê di gavê da
heçî furqet ne dî hicran nebê min daẍ û key lê ne
ji bil derbê di hicranê firaqê rûḧ û can kê da
ji her bê daẍ û bê derdî me pursin miḧneta ’işqê
çi zanin bê xeber jana dilê daẍ û keser têda
kesê miḧnet dî û furqet vexwarî cur’eya hecrê
girî wan tê bi ḧalê min divê hicran û zecrê da
bi dama muḧbetê bendim xedenga furqetê dil nuhit
bi şubhî murẍê nîm bismil di hev wertêm di xûnê da
birûska batnî da dil di pêtê sîne wê wer bû
ku dê bêtin tebêta dil di nav wê nar û pêtê da?!
ji ulfê şubhetî zulfê medam lew bê qerarim ez
ku canê min ’ezîz îro çû û dil wê di ulfê da
ji meḧbûb dûr kirim çerxê felek wê puř hilavêtim
nizanim dê li kû dit min di vê dewran û çerxê da
ḧebîbê bê xeta kuştim bi derba furqetê axir
ji wê rojê dizanî min ku yar ew tîr li cergê da
gelo dîsa bibînim ez çirayê wesletê hil bit
bisojim şubhê perwanê li ber wê nûr wişewqê da
bi derbê kewkeba subḧê li meşirq zuhre tal’ bit
zuḧel dûr bit bi şeş burcan û winda bit di ẍerbê da
ji qundus zuhre peyda bit ji hindis muşterî bêt der
sipêdê dit sureyyayê şefeq dit qametê pêda
ji şewqê ebruwan binmêt hilal dîsa di qewseynan
ji xawer bête der xurşîd zelam werbê di nûrê da
bi werdan zeyînîn gulşen çemen û lale bişkiftin
binefiş û çîçekan vêkira şefeq da yek di rewzê da
seḧergeh ’endelîb mestin ji bihna werd û bişkojan
şibî tûtak wigoyînan dinalîn em di ferqê da
li kelbê astanê xwe nepursî qet ḧebîb carek
gelo na’êne bîrê em divê nêçîr û řavê da
dizanim şehsiwarê min ẍezalek wê di fitrakê
bi cayî seydê ez bûma dwê fitrak û bendê da
çi ḧed seydê hezar canin di fitraka ḧebîbê min
ku sed cemşîdNava taybet û keyxusrewNava taybet ẍulamin ser devê řê da
di deh salan mulazim mam û yarê řû neda carek
wegerne yar eger řû dit heye carek di salê da
dilo mizgîne min şabe ku sultanê me dê bêtin
ji min bawer ke peyẍamê seḧer mizgîn bi min pêda
şukur bînahîya min hat û ye’qûbNava taybet dîdeřewşen bû
bi bûya yûsifNava taybetê misirNava taybetê li ken’anNava taybetê beser pê da
nesîmê sunbul û sêvan seḧer da ḧebis û zindanê
vebû qufla me bê mifte ziřingênî ji quflê da
firaqê şev bi axir çû sipêde kifiş bû dîsa
merîxa neḧis avabû xuya bû řoj di şerqê da
di çerxê wek nucûm dêm doř sema hatin qirana yek
heyîva bedir bû ew suřperî min dî di reqsê da
ji wadî eymenê dilber nizam enguştek izhar kir
ku xweş enwar wiberqin ew tecellî bûn tûrê da
qirana zuhreyê min dî diber ’iqda sureyyayê
ji perwînan dibêjim ’ekse hêj keftî di camê da
ḧebîbê ’ezmê suḧbet kir di caman lew şerab anî
dilê min dî du seyyadan ji buryan řa berî wê da
ji şeklê ebrûyên saqî we bedrek min muqabil dî
hilatin sed hilal îro işaret min ji ’eksê da
bi tûlên astanê řa vexwendim mîr bi dergahî
bivî çavî ḧebîb dîtim şukur ev şefqe mewlê da
bi zehrê xwey şerîf xwendim go: xidmetkarê dêrînî
te puř cewr û cefa dîne di silûk û se’î û cehdê da
biçîn werdan ji gulzaran ku eẍyaran bi dest xarin
ji mexsûsan di dergahî du’a min ew di hecrê da
bi teşrîfa xwe ez xwendim ji lutfê bende nîşan kir
xelat û şefqe û dil dan şukur xwazîn ku baxwê da
me hadir secdeya şukirê li wî ’erdê muqeddes kir
bi mujganên xwe duř suftin enî malî li ’erdê da
heya bînahîya çehvan but û ’uzzaNava taybet û latNava taybetê min
tuyî pêşber sucûda min seḧergahan di xelwê da
li bal ’ilmê te me’lûme ji jînê min tu meqsûdî
fidayê can me dê can bit di qesta wesil û dînê da
bi ḧusna xwey ilahî kî bi sehim û heybetê dînê
nucûm û kewkeb û lam’ ji bala tên bi bejnê da
bi xalên werd û nesrînan ji qudret xeq kişandî lê
bi terḧa nêrgiza ’êlî seḧergahan nesîm lêda
ku tûlê astanê dûr nekî êdî ji dergahî
ji baxwê vê ricû nakîn di babê lutif wireḧmê da
tu barê furqetê zanî dikarim ez teḧemmul kim
bi narê kûhê qendîlNava taybetm bila fîlim di ’işqê da
zihî derdê mezin furqet ceger sot ateşî da dil
cihê sebrê nema çendan ferec min dî di sebrê da
melaNasnava edebî bê qameta yekta qyamet min bi çehvan dî
firaqê řûsya bin te ji min canê şirîn cê da