suḧbetêke meḧze eykem nabê ’aciz bî bira

şîwenî berxekey xald beg
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  375 Dîtin
suḧbetêke meḧze eykem nabê ’aciz bî bira
pêm dełên te’zît heye bo berxeket elfatîḧa
ḧeqte zor ’aciz bibî, çunke xesarê gewreye
zor be zeḧmet pêkit hêna řenceket dirya be ba
cêgeyî daxe beřasî ey bira mayey xefet
kawřêkî des kewê însan be sed lałe û tika
çend řicakar çend şefî’ bête e beyno bo eme
berxêkî bo serbiřn çend şahîdîş îmzay deka
ew şewe ta řoj, ew řoje hetakû wextî şam
pêçî hurgî xoy bidato çawerêy bê û hîç nexwa
ew se’ate pêy biłên mujdey muradit hate dî
heł bisê sîxê be desto ta kebabî lêbkat
çî le nakaw pêy biłên zeḧmet mekêşe zor esef
goştî em berxe ḧerame çunke bê feř ser biřa
eşhedu ger xot lexim nêy to serit bigrîte qoř
ḧeqqî xote meni’it nakem kes nîye meni’it bika
mîneNasnava edebî fikirî bû ke bête pirse û ser xoşîya
axrî paş gezbiwe wityan ke xelq lomit eka