be noy eylûl û payîz fesłî diłkeş

ledaykibûnî meḧmûd sertîp
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  475 Dîtin
be noy eylûl û payîz fesłî diłkeş
be řojî şemmeyî ’alî se’at şeş
le ’eyn û feyzî ew řoje semawat
minewertir le řojan bû be sedqat
be perwîn muşterî eyda munadî
cihan piř bû le zewq û keyf û şadî
beşîrê hat û hawirdî beşaret
ẍem û êşî diłî birdim be ẍaret
witî emřo le gencîney kerem kar
be to dirya kuřê wek duřřî şawar
kuřê mes’ûd saḧb bext û îqbał
be noy eylûlî hejdey mangî şewwal
le în’am û ’etayî dawerî ḧey
witim ḧemd û sena û şukirî bê pey
kira mewlûd û nezir û şayî tertîb
be ara nawnira meḧmûd sertîp
mu’eřřêx kirdî beḧrî ebcedî tey
witî mêjû be seru û ẍunçe hey heyHisaba Ebcedê: bih siru û ẍincih hî hî = 1367