bira gyan ama namey piř le xem
bo ’ezîzî fetaḧî meḧmudî yarweys le hełebce
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
1 Xulek
442 Dîtin
bira gyan ama namey piř le xem
bin çîney şayîm derkenda we hem
derkêşa řîşey neşatim ce bêx
ciger qîmet kerd pey kebab û têx
dewrekey qedîm we yad amawe
ahir ce herdey derûn berdawe
azîzim azam yekser řêzna
xermanî hewa û ’eyşim suzna
pêm nema taqet tewana û tawim
çun seylen esrîn honawey çawim
birakem gerdûn ye řeftarşen
dił we hun kerden axir karşen
be xwa hîç kesê nimazo we şad
ne min tendirus ne to xem we yad