ewa min mirdim miçe çawekem
amojgarî bo mistefa begî biray
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
1 Xulek
497 Dîtin
ewa min mirdim miçeNava taybet çawekem
wesyetî bê bo bira lawekem
epirsî esbab wesyet kirdinim
ya çi derdêke derdî mirdinim
bira gyan êş û derdim emeye
bo toy enusim baqî gemeye
zam û ewgarîm lîsî têłaye
bem îşe qedqed dił gel welaye
kuştey şimşêrî desî bêganem
ciger biřawî em nîştimanem
ewa min mirdim bira xasekem
nûrî bînayî dîde řasekem
le întiqamim xot ẍafił nekey
bo pare û temaḧ ḧeq batił nekey
ḧubbî ḧeq sendin her le bîrit bê
wîrdî zwan û dersî berit bê
heq sendinî min be dînar nîye
ya jinî şoxî şedelar nîye
heq sendinî min def’î bêganes
mafî tewawî em kurd zwanes
kuřêkî ewê weten aza bê
be herd û berdî xakî řezabê
weten perwer û dûr le şexis bê
mîllet xwabê û bê way nefis bê