řołe ḧeme gyan were gwê şil ke

bo ḧemey kuřî
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  375 Dîtin
řołe ḧeme gyan were gwê şil ke
bizan çî ełêm hemûy le dił ke
kuřim min û to emřo zebûnîn
gîrodey destî dujminî dûnîn
eger epirsît bo çî zelîlim
tengayîm çîye le ber çî dîlim
kuřim zebûnî naw ḧepsixane
xoştir heta kû ḧukmî bêgane
toyş kurdî û me’lûm be kurd nasrawî
be şîrî şîrin kurd goş kirawî
dexîlit bûgim ke çûyte mekteb
îmzat danenyê be îsim û leqeb
hîwa û diłxiwaz û îsim û nûsînit
her kurd bê û jyanî kurdan bê jînit
nełêy begzade we ya min cafim
biłê be cins û naw kurdî safim
kuřim be qur’an eger wek min bî
toyş wek min bo kurd ciger kun kun bî
bitken be serek komełî wezîr
le cêy diłxoşî pêy ebî diłgîr
wek zehrî mare le gyan û diłit
tewqî załme xiryawe milit
eger biřwanî lew berzî û zewqe
lew tebrîkate û lew şadî û şewqe
her xot le xoto erîq ebîto
cařs le řoḧ û le gyan ebîto
gisk û aw kêşî û qapî beledyê
bew şerte ḧukmî mîlletî xot bê
le lay namûs dar we ya xwênewar
xoştire le text wezîrî eẍyar
êweyş nemamî taney komełn
şêrî şîr weşên naw hoz û geln
heł dere tema’ bigeřê bo hel
bo berzî weten bo jyanî gel