werin dûbare be zamî nowe

bo lafawekey 1957y silêmanî
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  321 Dîtin
werin dûbare be zamî nowe
le gişt wiłat û hawřê û girowe
be nałe û zarî be zayełey şîn
biřêjîn le çaw firmêskî xwênîn
bo kos ełkosî şarî kuř mirdû
bo gencî nakam leş lafaw birdû
be nałîn, be girîn, be dîdey nimîn
hemû syapoş qiłaxî nişîn
bo weyşûmey şûm lafaw û baran
řûy kirde şarî ciger ewgaran
bo ew lawaney wa hîwaman bûn
hîway serkewtin řojî dwaman bûn
ke wa kujryan be gulley bê deng
bê şîr, bê xencer, bê bomba û tifeng
ay lem negbetey řûy kirduwe têman
kê kuřit bikujê û lafaw û baran
dujmin nadyar xwê nexwêy bê xwên
lawanit biřwa bê tołe û bê xwên
ey silêmanî ey şarî şêran
fexrî kurdan û cêgey dilêran
kam afet nebû neyda be serta
kam řoj xwênî kurd neřja le berta
bombardumanî teyarey dujmin
çen qesir û qełay řûxanî le bin
çen kuřî şoxî newnemamî to
xwênyan řijya le ber seray to
azêt weyşûmey par û em wexte
twêjî nebestuwe ew zame sexte
ewa dûbare be mergî lawan
be laşey bê şwên, birdûy lafawan
hênato aso zamî kone û no
germe şînye gişt kurdê bo to
bo çî negbetî kewte her wiłat
cyay ekatewe le gişt serbisat
we ey na dunya be fesłî behar
eřazênêto deşt û ser kusar
to hemû sałê payîz ecoşî
xot be xwênî geş lawan epoşî
enûsîn be řeng firmêskî xwênîn
mangî bê û ḧinad û nun û zê le jîn