bênewe qewmîne çarê wa bełayê hatuwe

be boney be dewłet bûnî îsra’îlewe le sałî 1948 ke kulle hemû genim û co û kiştukalî kurdistanî xward
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  400 Dîtin
bênewe qewmîne çarê wa bełayê hatuwe
tayefey ker lêlman î’lanî ḧerbî kirduwe
her wekû cinsî yehûdî lêl ’erebda şeř eka
çî kerî ehlî ’îraqe gişt le jêr bar derçuwe
ger depirsin çon ezanît min kerê sûrim heye
pyawekem çû barî ka seyrî ekem cirtebuwe
her çî hewłim da nehate jêr îta’e û řam nebû
na’lac xom lêm swal kird bo çî wezi’it têk çuwe
zor teqalam kird le tekya way cwab dam axrî
pêy gutim ey bê miruwet bo çî xot wêł kirduwe
co le xełqî ademo ta sałî par û sałî ḧał
řizqî ême bû ke çî wa êwe zewtitan kirduwe
dwanze mange řenc edeyn nobar ebeyn no kar ekeyn
şew be şew lay êwe řizqî ême dû gwêl co buwe
wa le sałî parewe ew gwêle coyeştan biřî
bo xotan eyken be nan û êmetan gişt kuştuwe
nek be tenha min emîn be herçî ker heyn le ’iraq
ḧefteyê pêş îste yek car ’ehd û şertiman kirduwe
ta wekû yek ker bimênê ya yehûdî zînde bê
dujminî kurd û ’ereb bîn paşgezîş nabînewe
êste wa êwe û xwa ey kardaranî ’iraq
çareyî em kareken, çun zor xirap řêk ketuwe
bêt û cinsî ker legeł qewmî yehûdda řêk kewn
her le kurd takû ’ereb yekcarî meḧu ebêtewe
çunkî çî karman heye giştî be ker tekmîl ebê
’uşret û keyfî hemûmanîş be mêngêney cuwe
cû eger lêt bêt be dujmin namênê keyf û sirûr
ker eger ’asî bêt bêjin kesabet mirduwe