medḧî egrîcey peşêw û çawî mest û piř xumar

dway ḧukmî zatî kirdin
Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 2 Xulek  472 Dîtin
medḧî egrîcey peşêw û çawî mest û piř xumar
kułmî sûr û xałî şîn û le’lî lêwî awdar
wesfî bałay dił pesend û gerdinî bê gerdî yar
pêm biłên êwe û xwa ey qewmî kurdî şûm çar
boç dewamî kird le naw êmeda wek basî mar
boç le nawmana nebû xawen ’ulûm û ḧîkmetê
heł nekewt kurdê bikat ew kesbî fenin û sen’etê
komełêktan řêk nexist bo yekêtî û mîlleyetê
da’êma casûsî em bîren le kwê bê ’uşretê
gişt xerîkî sînema û tyatir û sara le şar
kurdekan êwe beřastî gwê le min ken def’eyê
em qisane min ekem tu xwa mełên mecbûrîye
bezlî pare û mał û serwet ger bizanin zyadeye
em hemû ałtûn û pare ba bixeyne cêgeye
me’melêkî pê bisênîn bo tureqqî û îftixar
wa sîtey serkewtin û pêşkewtin qewm û weten
ta biłêm pêtan eger ebîsnu û namken be pen
ewwela def’î nîza’ û xa’înî lêl yek meken
dûhemînîş mekteb û teḧsîlî kesbî ’îlim û fen
sê hemînîş îttifaq û yekyetî û qewl û qerar
ba bilêm pêtan be řasî ey guruhî qewmî kurd
sed keřet bêjin eme şête û cinoke dexłî kird
ya nemênêtu le şar bîdene ber dar û berd
pyawetî û hîmmet le paş baban le nawî ême mird
boye emřo berşeqîn û bê des û bê î’tibar
her debê kurd bê le ’alem da be kurtî naw birê
taku dunya axrî tê řoj be řoj têy hełdirê
gewrew û ednay be yek çaw û nezer seyrî kirê
her kesê bê ḧakmî bê ta wekû řîşey derê
key bê xwêntan bête coş û ẍîretîştan bêtekar
ger be şwênî musteqbel û ḧuřîyetda nageřêyn
çend edîb û çen şerîfê bo xwa sa řapeřên
her wekû mîneNasnava edebî be şwên em ẍaye û bîra geřêyn
ḧeqqî xotane, metirsin, ḧeqqe xo ser nabřêyn
îstîqlalêkî zatî wergirîn gişt kurd dyar