hate gwêm dengê le perdey ’alemî erwaḧewe

Li pirtûka:
Dîwanî Mîne Caf
Berhema:
Mîne Caf (1911-1965)
 1 Xulek  428 Dîtin
hate gwêm dengê le perdey ’alemî erwaḧewe
day be diłda çen peyamê ew le řûy îsłaḧewe
pêy witim ey řołeyî xakî zebûnî kurdusan
em sipariştem biłê tu xwa be yekser kurd zwan
lêm su’al ke pêm biłê to kêyt û sa kêyt pê ełên
řoḧî kam ’alî meqamêkî le naw ehlî beden
pêy witim řoḧî kerîmxanî min ey bira
mîllete bê bextekem bo çî weha peřput kira
xakî kurdistan le wextî ême wek xuldî berîn
cêgeyî keyf û sirûr û cennetî řûy ser zemîn
mîletê ser best û ḧuř bû şad û bê êş û elem
saḧbî sułtan û tac û tepił û nûsîn û qełem
îste ke çî seyr ekem ew xake cwane serbeser
ehlî gişt ẍemgîn û mate xoyşî wek narî seqer
lem hemû şêr efgenane wa ke çûne xakewe
beçke şêrê boç nîye hełsê be cergî cakewe