meskûnî goşey diłey sed parem
name bo meftûn
Li pirtûka:
Dîwanî Cefayî
Berhema:
Cefayî (1835-1890)
1 Xulek
475 Dîtin
meskûnî goşey diłey sed parem
me’lûfî dirûn we derd ewgarem
nimez xakî pay şoxî şîrînit
řoşin kerden çem piř ce esrînit
ya surmey pałaş ce dîdet dûren?
cew bone hałay dîdet bê nûren
dił mestî badey wesłî leylenî
derûn we sêław diłber keylenî
ya hêmay teşney cur’ey meylenî?
keftey kosaran koy duceylenî?
kamit tam tał jar mehcûrî
girten, nemenden perêt sibûrî
tefsîlî ḧałit «meftûnNava taybet»y ẍemgîn
bikyane beł dił byawo teskîn