ser ḧełqey fîrqey me’şûqan yekser

Li pirtûka:
Dîwanî Cefayî
Berhema:
Cefayî (1835-1890)
 1 Xulek  547 Dîtin
ser ḧełqey fîrqey me’şûqan yekser
tecdîd kerdey şer’ «şahîd»y enwer
er sed we xîlaf şer’î mensûbim
we ehil xeta û teqsîr meḧsûbim
layeq pey dozex bê meylî yarim
ta siza pey wesił dar alqirarErebîm
bełam perê min kê cay umêden
sîway to wisûł bizurgî êden?
îḧsan kerem çenî bed řeftar
kero ne her pey pakan keremdar
famḧ ma tişa min xitî’atîErebî
çun saḧîb lerḧ meḧu û îsbatî
sabten têşda ’îlim diłdarî
yekser çî byen hen mebo carî
nîqab ne cemał merḧemet laber
pey ḧuzûr wêt îmay amam ker
camê ce mey wesił bider wey ḧeyran
mexseł dero gerd derdan hîcran
henî sertapam er bo bowe hûn
we tîr bełay gerdûnekey dûn
şerit bo şerit û ’ehd lay xem nesîban
perê dax dił zumřey řeqîban
’eşq şêwey to neşo ew bîrûn
ta axir nefes ne to toy derûn