îmsał bexteyekman girdibuwe dan
şanamey bexte
Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cebarî
Berhema:
Melay Cebarî (1806-1876)
1 Xulek
919 Dîtin
îmsał bexteyekman girdibuwe dan
serî bibřîn bo minałekan
we simkoł çun esp zewî edřî
denk ka û cwî le małim biřî
dîm peya bû yek kule burî
dîzey napesen dem çaw neşurî
watiş şêx ewła withaş fermabê
teşrîf bawerî bî weser şayê
xo minîş we quř gîrawî małim
desim kewtiwî we des załim
herçenê geřam bo suraney şêx
na’îlac bextim kirdewe le mêx
kuř we bawkeřo, kiç we ay ay
keften we şwênim ta qerqeçayî
yekêkyan witî bo napirsî eḧwałman
ley zarî û şîwen ley nałe nałman
witim řołe gyan eḧwałtan çîye?
em zîřezîřtan leberî çîye?
wityan bawe henaseman serd bî
řon û goştiman he bexte zerd bî
ewqere giryan le zuwan bûn lał
min bextim hawird ewan çun bo mał
min bextim hêna hetakû bawe
ewe řencim da legeł minała
her çendê ême řenciman legeł bird
ewmanîş begun sitara xerc kird
îne şanamey bextey mirwarî
yaran buwanaş pey yadgarî