dwayî

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1869 Dîtin

xom gelê be bextyar ezanim ke xwa yarmetî dam û twanîm le mawey çend sałda be koşşî fîkirî û małî em kitêbe - ke mêjûy edebî kurdî - weya be wateyekî firawantir «da’irةalim’arfî kurdî»ye, bênme berhem û pêşkeşî bikem be qewmî xoşewîstî kurd û be hemû bêganeyek. řengibê bizanrê ke maweyekî dirêj qełemî nûserekanî kurd leser lapeřekanî «gelawîj» - ew gelawêje ke taqe govarêkyan bû - îşî kird, minîş be şanazîyewe emut dû govarî «gelawîj» û «nizar»tan pêşkeş ekem. ke ewan awa bûn, min her mamewe. her ew maneweyem bû ke hênam edebî kurdîm kird be koşkêk û be dinyayek. bełam nek be koşkêkî dar û berd. çunke ew core koşkane xoyan nagirin leber pilarî germay hetawî hawîn û sermay befrî zistana, zû tya eçin. kirdim be koşkêk ne bakî be kiłpe û biłêsey hetawî hawîn bê, ne be tof û kiřêwey boranî zistan. ta dinya dinya bê wekû nîşanî ser tacî padşahan her bibrîskêtewe. emeş bo ewe edebî kurdî û qewmî kurd biçne řîzî edeb û qewmî ’alemewe. ca hîwadarim ew qewme em dyarîyem lê werbigrin û ewan em dunyay řoḧîye biken be dyarî bo cîhanî êste û lemewdiwa.