sereta

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 9 Xulek  4680 Dîtin

demê sałe, bigre ewetî hoşim kirduwetewe le kangay diłmewe ḧezim le edeb û edebyat kirduwe, bew bonewe gelê car xêm edaye xwêndinewey ew şitane ke aşnayetîyan be edebewe heye, betaybetî hînekanî řojełat çi ’erebî çi farsî - eme bêcge le edebyatî řojawa - coş û xiroşêkî edamê û eyxistime ’alemêkî tirewe. maweyekî baş eme îşim bû bebê ewey biçim be lay bîrubawřêkî tirda!

řojêk şitêkim exwêndewe. ke lê bûmewe, serlenwê le diłî xomda wirdim ekirdewe, lemewe kutupiř ewe hat be bîrimda ke aya min çîm? îngilîzim? ne’. ’erebim? ne’ bełkû kurdim. başe ke kurdim ebê le netewey kurd bim; ke le netewey kurd bûm emey têgeyandim: ke kurd nawî le lapeřey řojgarda heye û emîş qewmêke bo xoy. zorî pê neçû lew deryay xeyałeda ke mîllet madam mîllet bû bebê guman ebê ziman û edebyat û tarîxêkî bibê. eger neybê be hîç najmêrrê û hîç nîye. lêreda serim lê têkçû. temaşay xom ekem hîçî tir nîm tenha kurd nebê, temaşay barekey tirî ekem seyr ekem tenya kurd nebê hemû şitêkî tirim! kispeyek le diłmewe hat, bewe diłî xomim dayewe ke witim: bełgey qewmî ke zimane ewa min heme, min le netewey qewmêkim ke le berebeyanî tarîxewe bem zimane ke min qisey pê ekem û pêy enûsim qise eken û hîç kospêk lay nedawin le řêgey xoyan, betaybetî ke dembînî «emîr şeref xan»y bitlîsî le 1005y hîcrî û «emîn zekî beg» le 1936y mîladî tarîxyan bo qewmekem nûsîwe bist bist geşkem ekird û hîwam be xom û be qewmekem tazetir ebuwewe.

zor seyr bû, bełê xom û qewmekem be kameranî ebînî, we ew řêçkeyeş ke girtibûm le xwêndinewe û fîkir kirdinewe her berełam nekird ta řojêk hat be diłimda witim: kołekey here qaymî qewmîyet edebyate. payey qewmêkî pênc hezar sał lemewpêşî êste be edebyatekeyda bo pyaw der’ekewê, wekû hînekey êste her bew bo paşeřoj der’ekewê. dey xo ême ya yekêkî wek min şitêkman be destewe nîye ke mêjûyekî edebyatman bêt ta řojanî řabirdûman bênêtewe pêş çaw legeł eweş gumanî têda nîye ke be hezaran hezar pyawî ’alim, edîb û şa’irman têda hełkewtuwe her yeke bo xoyan dewrêkyan gêřawe û řoyştûn... ewem hat be diłda ke aya lem hemû řabirduwane û lem hemû hewa nasane boç yekêk yan çende kesêkman nebûn û nehatin mêjûyekî edebîman bo dabnên ta netewekanî îmřojyan bem core sergerdan nebin?... wełamî em pirsyare xwêner lenaw kitêbekeda berçawî ekewê. le paşerokî xeyałekanda kewtime ser ewe ke bełkû çak bikem be lada û mêjûyekî edebî kurdî dabnêm bo xom û bo ew qewmem ke ta êste lem sûçewe bêbeş bûn, emeş û ewe ke řołekanî îmřoj û paşeřojman bîgirin be destewe û le řîzî ew qewmaneda řawestin ke mêjûy edebyatî xoyanyan be desteweye. eme le layekewe, le layekî tirîşewe ba lomey kuřanî kurdî paşeřojman neyete ser wekû lomey ême eçête ser pêşînekanman, legeł eweş ême ḧeqman nîye lomey ewaney pêş xoman bikeyn -wekû lemewdiwa basî ekeyn- bełam hînekanî paşewe heqyan heye lomey ême biken.

min dan beweda enêm ke dananî mêjûyekî edeb le her zimanêkda bêt îşî taqe kesêk nîye bełkû pêwîste be lîjneyekî danay zana ta bitwanin ew erke beřêwe berin. bełam ew biřwaye nabê pyaw le amancî xoy bixa, pyaw ebê baweřî le kêw û hêzî le poła qaymtir bêt. guman û tirs dû ehrîmenin be dirêjayî sał legeł pyawda le cengidan û pyaw berew dwa egêřnewe! ew keseş baweřî be serkewtin bibê ebê hêze połaynekey bixate kar bo le řîşe hełkêşanî ew dû ehrîmene. hîç kes le hîç řêgeyekda lem cîhane beser hîç arezûyekîda zał nebuwe ta ew hêzey xoy nexsitibête kar.

ba eweş bizanîn wekû ew ehrîmenane bo hemû kes hen ew hêzeş herweha bo hemû kes heye. ca eger minîş bihatmaye bimutaye em îşe le twanay minda nîye, yekêkî tirîş le paş min ewîş herway ewt û bem core em bo ewî ehêştewe û ew bo ew ta dinya dinya bwaye bem çeşne emaynewe û lebatî ewe ke wekû awêkî řûnî řewan her le řoyştinda bîn ebûyn be awî bogenî gomêk ke le şwênekey xoyda mabêtewe.

eme aşkiraye keyanî hîç qewmêk çi syasî, çi edebî, çi komełayetî, çi ayînî kitupiř û lepřêka negeyştuwete em payeye ke ebînrê ya exwênrêtewe, bełkû le seretawe taqe yekêk destî dawetê înca berebere paşmawekanî ew řêkupêkyan kirduwe; êste minîş eme da’enêm û eykem be binaẍe. hîwadarim qewme xoşewîstekem be çawî lêburdin le natewawîyekey ebûrin û le řojanî paşeřojda le kołîtêkewe eyken be koşkêk.

ezanim natewawî têda heye çunke êste min eger bimewê mêjûyekî edebî ’erebî yan farsî -ke emane le řojełatdan- dabnêm zor zorim belawe asane, çunke kitêb û serçawe zore; byanhêne û dayan binê û lêyan wergire û koyan kewe ewe bû be kitêb, bełam le zimanêkî wekû zimanî kurdîda dû kospî zor gewre le řêgedaye, yekem bê serçaweyî, dûhem yek nexsitin û yek nekirdinî şêwekanî zimanî kurdî. bełê şêwekanî zimanî kurdî hemû le yek řîşeye û pel pel bûnetewe bełam agadarî beser ew pel û liqaneda wenebê şitêkî asan bê, lêkołînewe le şêweyek têgeyştin le binçînekey tenya eme jyanêkî serbexoy ewê ke çî sereřay eme pelamardan bo şêwekanî tir dyare eme ebê le wizey taqe kesêkda nebê. le kwê ewe ke pyaw tenha xerîkî lêkołînewey şêwey mukirî bê? we le kwê ewe biçî bo hî botan û luř û hewraman? eger yekêk be çawêkî wirdibînewe wird bibêtewe, lam waye em erk û ’ezyete be kem nazanê û ekewête ser ew baweře ke pêkhênanî şitêkî weha zemanêkî dûr û dirêjî ewê û ḧeramkirdinî hemû naz û ni’metêk.

em kitêbey êste le berdestidaye, kird û koşî gelê sałe. gełê sałe kelên û qujbinî kurdewarî be ziman û be qełem epşikinim, bêcge le basî kurd û edebî bêgane -esłî edebyateke xoy hîç serçaweyekî kełkibexiş- ke leser lapeřeyek çap kirabê- nebuwe û nîye. sermayey destim bo em îşe 4980 parçe kaẍeze ke le mawey em çend sałeda lem û lewm pirsîwe û kom kirduwetewe ke le barî çonyetî jyanî ew şa’îraneda ke min lêre nûsîwmin, em erkeş hemû bo ewe ke «mistişriq» řojełatînasêk aşna bibê be edebî kurdî wekû çon kurdekeş xoy le edebî bawbapîrî xoy nizîk ebêtewe.

dîsan kem û kořîyekî tir lem kitêbeda heye, eweş eweye: ebwaye le seretada ke bas ekira bepêy dewr û çerx heç şa’rêk buwe le kurdida be řîze bas bikiraye bo ewe be sere bihatnayete xwarewe, ne wek êste şa’rêkî dûsed sał lemewpêş qisey lêwe bikirêt ke çî lebergekey tirda biçête ser şa’rêk ke dûsed û penca sał lemewpêş buwe! em řewşte dyare bo basî mêjû ya bo mêjûy edeb min pêy lê enêm ke napesende. bełam çî bikem leber bê serçaweyî desełatim nebû beser pêkhênanî em řuşteyeda, emeş leber destinekewtin bû. xo eger bihatmaye û çaweřêy ew yasayem bikirdaye ebwaye le kitêbeke bigeřamaye û bikewtayete goşey le fikir çûnewe.

herweha řengibê ew řexneşe bigîrêt: ke seretay basî şa’rekan kurdîyekî řeqe û pyaw tênageyenê. bo em řexneye mil nademe pêşewe çunke kitêbeke kitêbêkî edebîye û ew kurdîye ke lewêda heye hemûy kurdîyekî bawî beser zareweye û hîçî taze kure û dest hełbest nîye, eme yek, dûhem ba edebî zimanî kurdî ewe pîşan merdim bida ke eger bihataye û xizmetêkî řasteqîney em zimane bikiraye, ta êsta cwanî û diłkiraweyyêkî ebû ne wek kuřî zimaneke bełkû hemû bêganeyek şîftey cemalekey ebû, ca bo ewe ew cemale le asmanî edebyatî kurdîda wekû řoj dyar bê nemtiwanî dest lew nîgare hełgirim.

em kitêbe her çende mêjûy edebî kurdîye bełam leber ewe zanînî ew qewme ke mêjûy edebî heye pêwîste, êmeyş hatîn řewştî em kitêbeman bew core damezrand ke le pêşa basî kurd û wişey kurd û binçîney kurd bika legeł şwên û serjimaryana, lepaş ewe basî edeb û çonyetî edeb û dahatnî edeb le ’alemda, beşwên eweda edebî kurdî le edebêkî zor konewe, paş ew jimardinî hendê le şa’ranî kurd legeł mêjûy mirdin û jyanyana bepêy desełat, lepaşa basî şa’re here gewrekanî kurd ewaney ber pelman kewtûn, be şwên emaneda edebî řojnamey kurdî. înca berawird kirdinî edebî kurdî legeł edebî ’alemda ta egate seretay çerxekanî naweřast seretay dahatnî îslametî lem bergeda.

bo agadarbûn beser gelê lem şa’raneda supasî qewmî xoşewîstî kurd ekem ke yarmetîyan dawim betaybetî «ḧesen begî caf» û «’eqîd miḧemed’elî begî kurdî» ke zor diłsozîyan legeł nwandim, serçawey hemû supasêk bo xwaye û hemû yarmetîyek her şayanî ewe.