be sed ferzane dêwaneyî zincîrî gêsûyê
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
522 Dîtin
be sed ferzaneye dêwaneyî zincîrî gêsûyê
eda naka le ḧełqey zilfîya şukiraneyî mûyê
ke neybê çaw û ebro û xał û xet û perçem û zilfî
bexor teşbîhî ew ḧûre meken bo xatrî řûyê
berew ebro ’eceb xałî demî kirdûye teswîrî
le ḧałî î’tîkafa bê le ke’be beçe hîndûyê
hemû gułzarî teb’im pişkinî bo şubhî řuxsarit
witî sêwêkî lasûre minim piř çingî ebrûyê
’umir kurtin nefaman dił xeyałî suḧbetî zilfe
le ḧełqey dawî seyyada eka hêlane ahûyê
le bazařî ’eşqida qîmetî eşya beřêkewte
be laqe kulleye nabê ke be’zen dest û bazûyê
ẍezelyatî ke tan û poy le basî zilf û perçem bê
be dił her zînduwe ḧemdîNasnava edebî be řêka ger çî mirdûyê