lem mesafî ’eşqeda ’aşiq debê bê ser kewê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  905 Dîtin
lem mesafî ’eşqeda ’aşiq debê bê ser kewê
darî mensûre bebê ḧeq kê heye bê ser kewê
arezûy qetilit ke kirdim şîr û tîrit bo çîye
kafîye mujgan û ebrot goşeyêkî derkewê
dił kenarî gułgułî kirdim be xwênî ał û geş
bełke carê bête seyrî ber diłî dilber kewê
řebbî mûy lêbê zimanim zîkirî zilfî to neka
ger demim bê basî to bê berdemî ejder kewê
bo beła bê řûbeřûy to bê dû çawim ḧazre
ew xisûfey bo qemer dê ba le dû exter kewê
zilfekanit kewte ser řûmet be bonî xistûm
deste deste ’ud û ’enber wek serî mecmer kewê
dûdî ahî xestegan û derdî fîrqet yek nekewt
xermenî ’umrî řeqîban bełke ber agir kewê
derdî girtuwe nexlî ’umirim bo ełên bernagrê
kê berî nexlî muradî sîḧḧete bê ber kewê
min nexoşîm girtuwe bimrî berî nadem îtir
dûr le to zeḧmet deda ba lemser û lewser kewê
munkîrit zore were ḧemdîNasnava edebî binêre kûrewe
komełê le’il û cewahîr ta le cêy exger kewê
#