legeł řûmet birot hatote meydan û cedel dênê
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
692 Dîtin
legeł řûmet birot hatote meydan û cedel dênê
hîlal û xor le meẍrîbda nimûney ew mesel dênê
bebê nûrî cemalit dîde lêłayî beser dadê
bebê surmey ẍubarî řêgeket elbet sebel dênê
seba řeḧimit bibê besye perêşanî meke perçem
be teşwîşî dexîlit bim, şi’ûrî min xelel dênê
beḧeq ḧeqî cenabî bulbule noşînî ’etrî guł
dirawe êste bew mêşane wa tozî ’esel dênê
ke westa moreyî tałî’ le xaney heştema zanîm
tenezûlme le kurtîda şems řû bo ḧemel dênê
deka sułḧî ’umûmî her be yek tuřře serî zilifit
be teḧrîkî muje çawit keçî ḧerbî duwel dênê
be ḧîkmet nakirê bîmarî ulfet ḧemdîNasnava edebî ya çare
nesîmî koyî canane ke dermanî ’îllel dênê