piřî nûrî muḧîbbet ka kesê wîstî diłî neşkê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  487 Dîtin
piřî nûrî muḧîbbet ka kesê wîstî diłî neşkê
bebê agir teyare fermû bifřêt û pelî neşkê
be ber koyî xerabata neçin namerd bebê sucde
bebê teqłe bewêda mel deba bifřê û milî neşkê
le bezmî ’alema xendanî wek guł ger mulaym bê
diřk nabê le damen hełçeqê lûtî çiłî neşkê
ke destî naye mil şîşe witim saqî ẍezebnake
qedeḧ dił piř nebê zeḧmet berîda qulqulî neşkê
memeřřî nask endamane kûçey ḧezretî canan
eger çû řûřeşî nabê mîsalî qel qûlî neşkê
were cana le řeẍmî baẍewan řûyê le gułşen ke
le meydanî çemenda ḧeyfe tîpî gułgułî neşkê
ewanen merd ke ’uryanî be bergî ’arîye naden
jine ’arî ke ber kird ta deqaqî sercilî neşkê
demî xot bigre berde des le dawênim řeqîb besye
kesaz saznide bû nabê dem û lûtî telî neşkê
le ḧemdîNasnava edebî ger řeqîb xoy laneda yar qehrî lêdegrê
ewende ẍunçe napşikiwê heta dił bulbulî neşkê