dekêşê neqşî şîrînit heta pencem qełem degrê
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
652 Dîtin
dekêşê neqşî şîrînit heta pencem qełem degrê
bebê fîkirit nîye qelbim heta goşey ’edem degrê
legeł yara řeqîbim dî wekû zeḧmet legeł řeḧmet
le zułmata eda şu’le ẍezeb her bo kerem degrê
be ḧîkmet çake bîstûme bisûtê ’enberî eşheb
be bonî zilfewe cana diłim derdî werem degrê
çi ḧacet bême ser basî wîsałit çende muştaqim
demî deşkê qełem, kaẍez emendey ke řiqim degrê
meqamî ’alîy ta bê ’uzarî toye bo xałit
dełêy fîr’ewne neş’ey xoy le gułzarî îrem degrê
deka î’lanî mirdin mû be mû řîşî sipî taze
leber çawî ecel nefsim segêke êste dem degrê
be řengî zerdewe ’aşiq eger yaqûtî esfer bê
be ẍeyrî to kiřîdarî nebê qedrî bekem degrê
şehîdî ’eşqe ḧemdîNasnava edebî lazme bîbê ’elamatê
leser em řûpeře yek mesre’î kełkî ’elem degrê