xwênî çawim wa xiroşawe xerîke serberê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  744 Dîtin
xwênî çawim wa xiroşawe xerîke serberê
îḧtîmale bem kułî giryane řîşey dił berê
dił nebê çîme le beḧrî ’eşqî yarî bê wefa
hełdiřê řebbî wekû masî be nûkî xencerê
’aşiqî emřo le dinyada nemabû new’î to
ger be bê řeḧmî debû şoxî qeşengî dilberê
nazî erzî bo nekêşê ewcî î’layî felek
key be singî xoyewe dîwye wekû to exterê
bêre xende ẍunçe qîřûsya wekû guł şeq deba
ba emende bigrî bulbul ta wekû gyanî derê
xałîye dinya le merd û taqetî sewda nema
bête meydanî muḧîbbet mawe ger tenha serê
to xeraman bêrewe deřwa cehennem ’alemê
sed hezarî her wekû ḧemdîNasnava edebî le dewrî to geřê