çakem le kes nedîwe bira merḧeba nebê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  375 Dîtin
çakem le kes nedîwe bira merḧeba nebê
çî derdeçê lekîse qisey sade ba nebê
bîstûme yek şewe be şewî pêgeyştû to
yek sa’etey le yek deqîqe bitirse peya nebê
dił kewtuwe be bonî serî zilfî ’enberit
bew bone kes nekewtuwe badî seba nebê
webzane êste wesłite eger ’eşqe řehberit
zahîd eger muḧîbbeteket bo řya nebê
ew serbiřînî perçeme bê şik leber řuwe
zułmet qebaḧetî çîye axir zya nebê
řû řeş bibî řeqîb xudaya bibî be berd
emma miḧek nebî bewe qîřûsya nebê
ḧemdîNasnava edebî ře’îsî meclîsî derd û ẍeme esef
cêgey dyare dewłetî ew ba cya nebê