bałî kêşawe beser ḧusna le dû lawe biro

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  548 Dîtin
bałî kêşawe beser ḧusna le dû lawe biro
wek huma geyye meqamê pêy leser çawe biro
emrî her qetle îşarey dił be dûlet kirdine
şîrî mîsre qet le kalana newestawe biro
řutbeyî bała be însanî biçûkî qet meden
çon le řûy řoja bizane şîrî kêşawe biro
penceyî î’caze sayey ma leser şeqqulqemer
ya le qapî mestî naza ḧacîbî nawe biro
boye saf û tîje wek xencer le bextimda seba
bew hesanî mekkeyey zilfaneyî sawe biro
řenge qet ehlî muḧîbbet yek kesî lê derneçê
tîẍî řakêşawe emrî kuştinî dawe biro
wek çemen ḧemdîNasnava edebî be xettî wirde te’rîfî bikey
çunke ew řeyḧaneye te’rîfî her mawe biro