namewê řojî řeşî ’umirim hemû ba bête şew

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  644 Dîtin
namewê řojî řeşî ’umirim hemû ba bête şew
eşk eger bêłê binûm û dilberim ger bête xew
ew gułem dî wa dezanim hatuwe bom mujdeyê
’umrî new, îqbalî new, hem řojî new, hem mahî new
dił be şewqî řûmetî sûtawe, perwane be şem’
her dû hem sûtane emma qabîle em bête ew
min le jêr sayey felekda arezûy jînim nîye
her kewe deyka be baz û baze her deyka be kew
kîmyayêke ’eqił, ’aqił deka zerd û ze’îf
eḧmeqî, em eḧmeqaney kirduwe hênde qełew
eşqerî îqbalî yarî serkeşî min serkeşe
bazûyêkî řostemaney pêdewêt bigrêt ciłew
sikeyî saḧêbqiřan nawî nema êsta be neqid
ḧemdîNasnava edebî daẍî dił le nawa naye kewtote biřew