řêgemane bo ’edem dinya ke ême řehřewîn
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
665 Dîtin
řêgemane bo ’edem dinya ke ême řehřewîn
lem kunî gerwe heta bê sirwe nabê bisrewîn
her beşî şewqêke wek şewnim kuřî řoje zeman
şem’ û perwane û min û yar merdî meydanî şewîn
de’wetî seydî be hem cinsêkî xoy seyyad eka
îḧtyac naka be de’wet ême mîslî kew kewîn
ey senem meşẍûlî bêdaranî ulfet be demê
bangî hełhênanî çawî ême nebuwe kiř xewîn
min minî û to toyî ’aşiq xasî xomane senem
cařî hîcrane le wesła herçî meylit bê ewîn
seyre mandûbûn le dinyayî muḧîbbetda nîye
řû bedûy leyla wekû mecnûn xerîkî ser řewîn
’aşiqan kewtûne mî’racî muḧîbbet ey řeqîb
mołetê tûbî xuda lem pileye ta serkewîn
’aşiqan ferhad û mecnûn dilberan şîrîn û leyl
nisbeten dyare ke êmeş wek ewanîn û lewîn
ḧemdîNasnava edebî gîra kozer û ber bay hemû xermanî ’umir
ême bin bêjîng û nextê dar û berdî serkewîn