ger teqazay ’eşqe hełkendin řefîqan bêstûn
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
419 Dîtin
ger teqazay ’eşqe hełkendin řefîqan bêstûn
ba be têşey ahewe hełçim le çerxî bêstûn
her dełêy kasey sîyeh bextanî ’eşqe asman
boye da’îm her řeşe û xałî sere û jêre û nigûn
xozge mewcî xwênî şeydayanî ulfet yekdekewt
hełgirî em asmane bełke herwek biłqî xûn
men’î min bo çî deken em xełqe nazanim ke guł
derkewê bulbul le des xoyayetî şeydanebûn
řesim û adabî muḧîbbet têgeyîn têkî deda
aferim cînnet legeł ’eşqa ke nîte çend û çûn
bit peristin xo ew le min zyatir le řastî ew bite
mîm û lam û kaf û elf û nûn û sîn û elf û nûn
întîzarî dił meke ḧemdîNasnava edebî le ḧełqey zilfî yar
ber bibê tûlî emel pêwîstîye ’umrî fizûn