leserxoçûnî ’uşşaqe eger ḧałî leser xo bûn

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 2 Xulek  591 Dîtin
leserxoçûnî ’uşşaqe eger ḧałî leser xo bûn
leserxobûnî mexlûqate ḧałatî leser xo çûn
bizane mał û derkî pêkewe qabîl be kes dîwe
çi bê derk û kemałe řebbî çende naqîse gerdûn
necatim bû le des dił kewte dawî zilf û řûy şemsî
ke wek zeřře le dawî şu’ledaye nayewê berbûn
ke min mestî mey nabim îtir min mestî mey nabim
şikandî saqîya bazařî meyxanet lebî meygûn
çi derbestim le bezmî xełweta yadim neka canan
celalî ’eşqî mehřûyan bese bo ’aşiqî meftûn
bira bo em řeqîbane emende min debuẍzênim
wekû ew şahîdî zûrî meḧakîm bê minîş meznûn
be çî teşbîhî kem carê le basî ew deme demdem
le deryay fikirma herwek guher dernakewê mezmûn
nesîḧet bigre gwê nasîḧ le karî ’aşiqan medwê
ke nabestê pelî şêrî jyan efsane û efsûn
seraperdey ’eqił pêş xizmetî wek ḧuznî pêwîste
be leyla ger biga yaxo nega mesrûre her mecnûn
mesamatim hemû dem bêt û mûm her yek zimanê bê
bikem şukirî ewey ḧemdîNasnava edebî ke kirdûye diłim meḧzûn