temaşay berqî řuxsarit nekem ḧeqme leber çawim
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
816 Dîtin
temaşay berqî řuxsarit nekem ḧeqme leber çawim
legeł firmêskima řoḧî řewan eřwa leber çawim
weha piř awî kirduwe dîdekanim şewqî řuxsarit
ke mang û xor mîsalî berdî bin gomin leber çawim
şukir yar îznî dawe ’eksî nûrî řûmetî bigrî
lemewla ta bibête metłe’î şems û qemer çawim
le deryayî nezaketda nimûney gewherî naze
berî çaw nagrê çi bika neka terkî nezer çawim
be pêy xoy ḧec ewa hatote ber pêt ger musułmanî
deçîte ke’be bê şubhe be pêwe bête ser çawim
le dergahî nîgar badî seba gerdî nehênabê
ke wa emşew le xoşyana xerîke bête der çawim
hunermendanî muflîs çend keremkarin legeł kwêrî
şukir bote zyaretgahî muḧtacî beser çawim
muweqqet tem deka çawê ke seyrî pirtewî xor ka
le seyrî řût mu’ebbed ḧeqyetî tem ka eger çawim
leber mestî nîgahit kewt le dîdey ḧemdîNasnava edebî ya sewz bû
xuda em nexlî naze nebřî bełkû bête ber çawim