leber ebrot şikatî çawî mestit qet bedem nabem
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
643 Dîtin
leber ebrot şikatî çawî mestit qet bedem nabem
le małî ke’beda sucde dyare bo senem nabem
lenaw beḧrî wicûda gewherî demtim nedî ta bot
be keştî ta nekem şwênê be deryayî ’edem nabem
be min bê ẍeyrî çawim pê beser serma nenê ḧetta
diroye çon bexîlî min be erzî cê qedem nabem
dexîl siřřî demî ew şoxe yaran meyxene demdem
ke xełqî dû zimanin min qisey wa ser qełem nabem
le nîsbet germî ulfetdaye serdî mîḧnetî hîcran
ẍemim lêhatuwe bimirim legeł xomda ke ẍem nabem
ḧîsabî řojî meḧşer ger leser daẍ û esef bikirê
řeqîb demrê le daxana dezanê min ke kem nabem
ke pêm qabîl bibînin ḧemdîNasnava edebî sergerdî le koyî yar
ḧesed bew efser û cahey key û cemşîdî cem nabem