ḧerfî nasaẍî becêm la çake nek bê cayî saẍ
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
549 Dîtin
ḧerfî nasaẍî becêm la çake nek bê cayî saẍ
kaseyî gił bê le mey piř xałî nek mînayî saẍ
neş’e bexşaye muḧîbbet zehrî ger têkeł nebê
şekkerîş ḧetta xirape bîkeye sehbayî saẍ
bitkedey xote derûnim ey senem meşkêne dił
şewqî xoş nabê ke neybê laleket lempayî saẍ
’usrete ’uşret muheyya ger nebê esbabî ’eyş
bo le yek dane be ḧesret destî bê e’zayî saẍ
fikirî xot aman menêre ber ḧerîfî bed siruşt
her çirûke ger çiruk bîkate ber kałayî saẍ
me’rîfet bo têgeyînî qudretî cananeye
xas bînînî nîgare dîdeyî bînayî saẍ
labere teklîfî dest û pê leser xot êsteke
ḧemdîNasnava edebî dest bo załim û bo cerde çake payî saẍ