be diłtengî le xendey ew deme wa dyare naka ḧez
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
1328 Dîtin
be diłtengî le xendey ew deme wa dyare naka ḧez
le şekker mîslî tûtî ew kewî kosare naka ḧez
mîsalî dûkełî ’enber xem û pêçî be zilfîda
be mû ye’nî le řastî ew perî řeftare naka ḧez
řiqî hełsa le řengî ze’feranî û eşkî xwênînim
le zerd û sûrî ême em řeqîbe hare naka ḧez
dił û çaw û ziman û ’eqłekem lêm ’aczin emřo
wekû mexlûqî em şare, ke wa lem şare naka ḧez
be zorî ’îşwe birdûye diłî em ’aleme wernê
be ẍeyrî min leber cewrî kesê lem yare naka ḧez
qisey tałî le dem ta dêteder wek şekkerî lêdê
diłî sa’îm mełên lew bang û lew îftare naka ḧez
serî danawe dana ḧemdîNasnava edebî nada gwê be bezim û řezim
girane berdî te’ne mirduwe lew yare naka ḧez