xoşe ser şanim be barî zeḧmetî dinya bê řêş
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
428 Dîtin
xoşe ser şanim be barî zeḧmetî dinya bê řêş
ta qyamet nek be barî mînnetî namerd û xwêş
destî ḧacet aşnay gîrfanî mumsîk bû witî
wek hêlane zerdewałe lîre lîrey noşî nêş
tîẍî biřřanî zemane her zimane muxteser
ger ziman bêłî zemane cergî kê dênête êş
key be îstî’dade luqmey çewr û şîrînî cîhan
xo huma êskî nemînê her degate bałî mêş
řojî pênc def’e mu’ezzîn bang eka terfî’ ekey
bo minarey berze dinya řastîy negrîte pêş
bote destûrul’emel em qafyane bo cîhan
řêş û xwêş û nêş û êş û mêş pêşî kêşe kêş
řam ekêşin nefis û dił bo koyî yar û meykede
na’îlacî û zu’fe ḧemdîNasnava edebî kirde yek bo kêşekêş