tênegeywî bem ḧede xoşe ke şêtî xwa nenas

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  504 Dîtin
tênegeywî bem ḧede xoşe ke şêtî xwa nenas
wa dezanê ’alemî nasîwe bote xwa şunas
mû be mû te’rîfî ḧusnî ḧezretî leyla deka
şuhretî mecnûnî şêt û wêt û řûtî bê kiras
şahî saḧêb ḧîşmet û îclal û text û efsere
ew gedayey destî geyye kewł û keşkoł û pełas
’eynî feyze ger diłit let let bika ehlî şeref
seyrî şe’nî şane ke kirdî be egrîce temas
nakujê weḧşî legeł ew weḧşete hem cinsî xoy
ḧeyfe em nase denasin qatîlî eḧmeq be nas
min be şewqî řûmetit çawim sipî bû xełq ełên
bengî kêşawe emende gêj û wêje û mat û kas
ademî şeytan be gendum tefreda ḧemdîNasnava edebî řeqîb
ademîzadêkî cananî be coyê dawe las