çare derhênanî řîşey řoḧîye merdî nesaz

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  572 Dîtin
çare derhênanî řîşey řoḧîye merdî nesaz
têkdeda qanûnî ’uşret ew teley derçê le saz
teyr eger nît kêw debê dawênî bigrî û serkewî
ger ḧeqîqet arezûte bigre dawênî mecaz
bêşeyî ’eşqe meqamî şêr koyî dilberan
em řeqîbe derke cêgey her quř û awe beraz
min wekû fîrdewsî nakem cewherî şahim beyan
şerḧî ḧałî ew deka yek qetre bê xwênî eyaz
tê degen perwane bo çî xoy desûtênê be şem’
ta nełên nameḧreme ’aşiq eka efşayî řaz
xoşe şoxî ger be carê bimkujê û bibřêtewe
řojî tîrêk û be ’umrî kuştine kuştin benaz
şêx û ’edil û ḧakim û keşif û ḧekîm û merḧemet
nebuwe nabê bûnî xerbî qa’îde naka be şaz
ger gunahê sofî deyka neqłî bo xełqî bika
bo řyayî ça nîye bîka le mecme’da nemaz
bextyarê pêkenî pêm, pêkenîm pêy û witim
her neşîbe hełdeka damen be řehře û bo fîraz
ḧeyfe to destî tełeb ḧemdîNasnava edebî berî bo ḧatemîş
baregahî bê nyaze merce’it beytî nyaz