şewqî wesił û sozî hîcirit wek yekin nêzîk û dûr
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
537 Dîtin
şewqî wesił û sozî hîcirit wek yekin nêzîk û dûr
min desûtênin kewaye to le agir be, be dûr
ba le baẍî ’alema narinc û lîmo bête ber
ber bixen naden be řêkî wek min û to zerd û sûr
derxe sîne pirtewî ba agirê berdate dił
tûrî sîna ba bisûtê derkewê bew şerte nûr
wa le eşẍalî ẍema îqlîmî dił ḧeddî çîye
her meger lew dûrewe seyrî bika fîrqey sirûr
ger le siřřî qelbî ehlî em zemane têbgem
wek mesîḧa ca dekewme keşfî esrarî qubûr
pê binê meclîs temaşake eger ehilit dewê
beḧre dinya gewherî jêr xistuwe xaşakî jûr
aferîn dinya legeł teqdîrî qîmet kirdinit
wek simore qet le pare piř dekey pêstî simor
dewrî ebwabim le sa’îl her dewê bo nan û çêşt
êste fexrî pêwe dekirê bote esbabî ẍirûr
min bere û pîrîm bere û pîrî mine pîrî şukir
ḧemdîNasnava edebî naka def’eyêkî tir be dinyada ’ibûr