be leyla bo dełên mecnûn ke mird dêwaneyê kemtir

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  795 Dîtin
be leyla bo dełên mecnûn ke mird dêwaneyê kemtir
le darul’îşqî dinyada biłên ferzaneyê kemtir
ke şêrane be şem’î řûmetî dił xoy bisûtênê
le bezmî ’alema ḧeyfe biłên perwaneyê kemtir
ke çawî mestî hełhêna îtir meyxane her daxen
ke ’alem mest bika barê bibê meyxaneyê kemtir
le bêdad û cefay ew şoxe ’alem piř le ẍewẍaye
be bêdeng bimkujin bełku bibê efsaneyê kemtir
le řêy ḧeq bêjya nemken be dara bê şike nabê
le gwêy ehlî xerabate qisey řendaneyê kemtir
be a ya ne’ cewabî mes’eley wesiłit bide û bigre
le xezney piř cewahêrî demit duř daneyê kemtir
be bade ’eqłî ḧemdîNasnava edebî zû be ba de saqîya aman
le gwêy pîrî muẍan bê ba seday mestaneyê kemtir