qet çinarey pê mełên nawim ewa na berd û dar
dêy çinare
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
577 Dîtin
qet çinarey pê mełên nawim ewa na berd û dar
ẍeyrî bałay wek sinewber fermû kê bûye çinar
nawî çawim bû be cengeł hênde çêwî pya çuwe
wek meẍare berde etrafim serewjêr û kenar
kaşkî ewsa esîrî destî îngilîsî debûm
nek bikewme dawî zilf û perçemî piř pêçî yar
swênd be ke’bey ebrwan û mesḧefî řûmet dexom
mestî mey nabête mestî ẍemzeyî çawî xumar
bes be şew wergêře řojim ey seba řeḧimit bibê
perçemî xawî be efşanî menêre ser ’uzar
nexlî baẍî ḧusne bałat serkeşe serwîş nîye
taze ẍunçey kirduwe sêwe bizanim ya henar
her be xwênî dîdekanî damenî gułguł deka
meylî gułşen bo deka ḧemdîNasnava edebî îtir fesłî behar