kasey kel û wêraneyî derwêş û qelender
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
2 Xulek
815 Dîtin
kasey kel û wêraneyî derwêş û qelender
bê ferqe legeł camî cem û textî sikender
ger seḧnî çemen bêt û eger kûreyî agir
debřêtewe herdû çi le bulbul çi semender
bo dał û qel û gurg û sege êsk û pirûskî
em espe ẍerîbane wekû lakî çemender
meḧkûmî zewałe hemû nuqsan û kemałê
lem hat û nehate mebe memnûn û mukedder
key małî min û toye em esbabî cîhane
mîratîye ke her degeřê emser û ewser
lew małe ke wek goştî sege naçê be demta
ḧeqte be qeder řenicberê bîxo be defter
meẍrûrî be dû parewe parit le fikir bê
sałêkî tirîş her heye bê xakit beser ser
tenwîrî dekey zułmetî dinya be eletrîk
tarîkî meke barê le xot řêgeyî meḧşer
her wek ke nebûbî le nezer wexte nemînê
wek laşe ke kewtiwî dekewî lem ber û lewber
ta’at û ’îbadet nebû meqsudî îlahî
lem xełqî min û toye be teblîẍî peyember
lem řêgeyî řastanewe wek hatî nehatî
ey quř beserit wexte bibî xwar û muḧeqqer
ḧemdîNasnava edebî ke segî dergehî me’şûqî xuda bê
bakî çîye lew me’rekeyî meḧşer û me’ber
#