wekû teyrê ke kewte çingełî baz

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  603 Dîtin
wekû teyrê ke kewte çingełî baz
le çingî to diłim nabê serefraz
were wek bulbul û guł bîne hemdem
wekû tawus û tûtî û bîne hemřaz
le basî serkeşî û gerdin ke dedwan
serî serwî şikand û gerdinî qaz
demit wek qafyey em şî’re tenge
kelamêkî nîye bo min be sed naz
derî gencîneyî řizqe demî to
xuda bîka debê bîkem be dem baz
eger kułimit wekû sêw kewte destim
nîhayet bimkujin deyxom be yek gaz
mezenne naqîse em xełqe dînî
were binwêne řuxsarit be î’caz
le neslî kurdîye dêwane ḧemdîNasnava edebî
me’anî û kurd debête qa’îde û şaz