min ẍułamî tom tenezzul qet dekem bo text û tac
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
1574 Dîtin
min ẍułamî tom tenezzul qet dekem bo text û tac
bê suleymanî deka hudhud be tacî îḧtyac
min gedayîm sed ewendey ḧakmî pê xoştire
nabeme tabûtewe xo daẍî gewrey textî ’ac
ew mehe xełqe dezanin bo çî řoj dernakewê
ta leber xecłet nebê řojî cîhan ara be sac
qafłey nûrî le koyî yarewe deřwa ke şems
yar wekû meh lêy esênê kullî řojê xerc û bac
bo legeł eẍyarî bedxû têkełî witim û witî
guł le qîmet nakewê bîka legeł xar îmtîzac
em denî teb’ane qiřyan xiste ’alem bo qiřan
her be yek ane be anê bûne pûlî nařewac
dostî ger destî dostî kewtû girtin bê ecel
mawe ḧemdîNasnava edebî des bidate destî dostî na’îlac