zemînit naye keşkoł asmanit girte ser kołit
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
628 Dîtin
zemînit naye keşkoł asmanit girte ser kołit
binazim hîmmetî mecnûn be xot û koł û keşkołit
le her layê ke çolî bû be sayey towe me’mûre
fîdat bim bo be sayekirdinî me’mûreyî çolit
be mindałî be řaste û çepeda kirdûte meşqî ’eşq
nepirsî ta le wesła kame saẍe û kameye sułit
nimûney kifnî xwênawî şehîdî ’eşqe ey ferhad
le kosara ke wek lale gułî ’îbret deka xułit
becê mawe le erzî ulfeta asarî řengînit
ke berdî qeyserî şîrîn derî xist zeḧmetî qułit
beser ehlî diła têşey muḧîbbet dabeşî kirdî
xemîrey qelbî ’uşşaqe piřîşkî xwên û piř zołit
xeyałî têşebazî û çol gerdî qet nekey ḧemdîNasnava edebî
be gerdî qeys û ferhada ke naga dest û pêy kołit